HezKurd, hezkirina Miletê Kurd ya ji bo zimanê Kurdî weke hêz û baweriya xwe dibîne. Bi wê baweriyê jî soza destkeftîyên mayînde û bi rûmet dide û ji bo raya giştî ya Kurd bi rêya we dezgehên ragihandinê, yên hêja û bêhemta damezrandina xwe îlan dike.
Ji Bo Raya Giştî
Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, bi kesên şarwer ango sivîl yên ku ji hemî çîniyên Neteweya Kurd pêk tên, li dijî vê neheqî û bê dadîyê radibin li ser piyan û dijî vê yekê derdikevin. Ziman him mafekî îlahî, him mafekî însanî û him jî mafekî xwezayî ye. Me biryar da ku, em ji bo vî mafê rewa yê Milletê Kurd, bi awayekî yekgirtî kar û xebatên girîng bikin.
Zimanê Kurdî bi salan e li ser bingeha siyasetek bêencam û pevçûnên bê wate, bi zanebûn tê heps û qels kirin. Em jî wek dildar û xwebexşên Zimanê Kurdî, dixwazin vê rewşê biguherînin û zimanê xwe li ser bingehek yasayî û zagonî bikin xwedî statû û biparêzin. Heta ku em li ser bingeha yasayî, mafê zimanê xwe bi dest nexin û Zimanê Kurdî li hemî qadên jiyanê de berbiçav neyê axaftin, em dev ji vî karê xwe yê rewa û meşrû bernadin.
Em li ser hemî partî û rêxistinên siyasî, ji hemî cemaat û hizran dûr, karekî sivîl didin destpêk kirin. Taybet jî, şer, tundî û tûjîyê û hemî cûreyên pevçûnan bi şêweyekî xurt red dikin. Em baş dizanin ku, heya şer û pevçûn hebin, bi ti şêweyî em nikarin mafê Zimanê Kurdî bidest bixin û şer dibe hinceta binpêkirina mafên rewa yên Miletê Kurd. Çi li Tirkîyê ,çi jî li qada navneteweyî de em rêbazên hiqûqî esas digrin û dixwazin astengîyên li pêşiya zimanê xwe ra bikin.
Wek hûn jî dizanin ku, ji ber wî şerê 40 salî, mixabin gelek mafê me yên xwezayî, mirovî û rewa yan hatin binpêkirin, qedexekirin yan jî hatin înkarkirin. Ji van mafan yê herî girîng Ziman Kurdî ye. Taybet di dema cûntayên leşkerî da, înkara zimên û rêjeya bişaftinê derket asta herî bilind. Zimanê Kurdî hertim hat qedexekirin û zarokên Kurdan ji perwerdeya bi Kurdî her tim hat bêpar kirin. Ev yek bi zanebûn sipartin miletê me û îro zarok û ciwanên me her roj ji zimanê zikmakî dûr dikevin.
Li gel vê yekê, Neteweya Kurd dîsa jî xwedî li zimanê xwe derket,parast û bi axaftina Kurdî, zimanê me anî vê rojê.
Lê em baş dizanin ku, zimanek tenê bi axaftina rojane nayê parastin û pêşxistin. Bo vê yekê, em gelek kesayetiyên sivîl û xemxurên Zimanê Kurdî hatin li gel hev du û me biryar da ku, em li ser bingeha yasayî û hiqûqî doza zimanê zikmakî bikin. Heta ku di zagona bingehîn de cîhê xwe bigre û wek mafî xwezayî werê parastin û me Hereketa Zimanê Kurdî avakir.
Divê baş bê zanîn ku, Hereketa Zimanê Kurdî, bi navê din HezKurd, hemî cureyên şer û pevçûnan qebûl nake û tenê rê û rêbazên legal û yasayî yê bikar bîne. HezKurd, dûrî hemî hizban, partiyan, hizr, cemaat û rêxistinên e, ti têkilîyek me lebatî bi kesî re tune ye. Lê em dixwazin bînin ziman ku, her çi kesayet, partî, rêxistin, dezge, sazî yên ku li ser mijara zimên xwedî bername, daxwaz, proje û gotin be, em amadene li gel wan şêwra xwe dayînin û ji bo Zimanê Kurdî kar û xebatên girîng bikin. Ti armanc û hedefên me yên polîtîk tune ne û di ajandaya me da jî cihê siyasetê bi ti awayî nîne. Tenê armancek me heye, ew jî destkeftinên rewa yên Zimanê Kurdî ye.
Li gel vê yekê, 3 armanc û daxwazên me yên bingehîn hene,
1- Divê Zimanê Kurdî, di zagona bingehîn de bibe, zimanê fermî yê duyemîn.
2- Divê ji dibistana seretayî da heta zanîngehê, perwerdeya bi zimanê Kurdî were dayîn.
3- Navên gund, bajar, navçe, çiya û erdnîgariya Kurdan yên ku ji ber polîtîkayên bişaftinê hatibûn qedexekirin yan jî hatibûn guhertin, divê ew nav werin îadekirin. Û rê li ber talana çanda Kurdan werê girtin.
Dîsa dubare dikin ku, HezKurd ji bo rikberîya ti partî, hizb, rêxistin û hizran nehatiye avakirin û hemî saziyên Kurdan yên sivîl an jî siyasî, dîwarê Zimanê Kurdî de, wek hevkar û şirîk dibîne. Û tim amadeye ku, tenê di mijara zimên de li gel hemûyan hevdîtin û xebatan pêk bîne.
Em hereketek rewa ne û tenê di xizmeta Miletê Kurd de ne. Heta ku meseleya bişaftinê çareser nabe û Zimanê Kurdî li ser bingeha yasayî û zagonî nebe xwedî maf û statû, em dev ji kar û xebatên xwe bernadin. Di vî warî de tenê mûxatabekî me heye, ew jî Neteweya Kurd e.
HezKurd, hezkirina Miletê Kurd ya ji bo zimanê Kurdî weke hêz û baweriya xwe dibîne. Bi wê baweriyê jî soza destkeftîyên mayînde û bi rûmet dide û ji bo raya giştî ya Kurd bi rêya we dezgehên ragihandinê, yên hêja û bêhemta damezrandina xwe îlan dike.
Û bila bê zanîn ku, ji ber guherîneke giştî û şoreşgerî, HezKurdê di hemî hevdîtinên xwe yên li gel sazî û kesayetiyan dê bi zimanê Kurdî pêk bîne. Ango zimanê HezKurdê yê di hemî têkilî û hevdîtinan de, yê bi temamî Kurdî be. Ev yek jî tê wê wateyê ku, kesekî ku herî kêm bi zaravayekî Kurdî nizanibe, nikare di rêveberiya navendî de cîh bigre.