ÎHD: Biryara qedexekirinê bicihkirina prosedurên leşkerî ye

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê qedexeya li Wanê de ragihand ku, “Ev biryar ji bo Wanê bicihkirina prosedureke leşkerî ye.”

03.04.2024, Çar - 14:57

ÎHD: Biryara qedexekirinê bicihkirina prosedurên leşkerî ye
Nuçe Belav bike

Piştî ku Lijneya Hilbijartinan a Wanê, mazbataya Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan nedayê xwepêşandanan dest pê kir.

Parêzgariya Wanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş û civînên maweyê 15 rojan hatin qedexekirin.

Herwiha ketin û derketina ji bajêr jî dê di bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de be.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li dijî biryara parêzgariya Wanê nerazîbûn nîşan da û got:

“Ev biryar ji bo Wanê bicihkirina rêkareke leşkerî ye.”

“Rêzê li îradeya gelê Wanê bigirin”

ÎHDyê bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku rêzê li îradeya gelê Wanê bigire û got:

“Desthilata AKPyê bi van rêkaran çûye rêza darbekaran ku pêştir li dijî wan bû.”

Daxuyaniya ÎHDê wiha ye:

"Em bangî berpirsên dewletê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Yên ku di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de bi darbeya edlî îradeya gelê Wanê paşguh kir, niha jî biryareke nû ya qedexekirinê wergirt ku ji sala 2016an û vir ve berdewam dike.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, di navbera 3-17ê Nîsana 2024an de li Wanê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin û ji raya giştî re hat ragihandin ku têketina bajêr û derketina ji bajêr dê di bin kontrola hêzên ewlehiyê de be.

Ev biryar ji bo Wanê bicihkirina rêkareke leşkerî ye.

Desthilata AKPyê ya ku 22 sal in bi axaftinên xwe yên li ser esasê rêzgirtina îradeya neteweyî û dijberiya derbeyê Tirkiyeyê bi rê ve dibe, bi van rêkaran çûye rêza darbekaran ku pêştir li dijî wan bû.

‘Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî û yasayên xwe tevdigere’

Komara Tirkiyeyê bi van biryaran li dijî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine û yasayên xwe yên navxweyî tevdigere.

Em daxwazin berî her tiştî ev biryara qedexekirinê ya neyasayî ku ji bo mafên xwepêşandana demokratîk û azadiya raderbirînê û rêxistinbûnê ya welatiyan asteng e bê rakirin û rêz li îradeya gelê Wanê ya di hilbijartinên xwecihî de bê girtin.

‘Hêzên ewlehiyê şkenceyê li welatiyan dikin’

Herwiha, di wêneyên ku li gelek dezgehên ragihandin û medyaya civakî tên belavkirin de, tê dîtin ku hêzên ewlehiyê miameleyeke xirab û şkenceyê li dijî wan welatiyan dikin ku mafê xwe yên demokratîk bi kar tînin.

Li hinek bajaran jî tê dîtin komên sivîl ên çekdar êrişî welatiyan dikin.

Em bi bîr tînin ku divê berpirsên dewletê ji bo rewşên wiha yên ku mafê jiyanê yê welatiyan binpê dikin, tedbîrên pêwîst wergirin.

Em wekî Komeleya Mafên Mirovan bangî berpirsên dewletê dikin ku bi berpirsyarî tevbigere.”

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x