Jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê: Berpirsekî din ê PKKê hat kuştin

Jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê ragihand, îstixbarata Tirkiyê (MÎT) serkirdeyekî di PKKê de li çiyayê Garê yê Herêma Kurdistanê kuşt.

18.07.2022, Pts - 06:30

Jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê: Berpirsekî din ê PKKê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ewlehiyê roja Yekşemê ji ajansa “Anadolu” re ragihandin, MÎTê serkirdeyê di PKKê de yê bi navê Izetîn Înan ê bi nasnavê “Dêrsimê Meletiye” li çiyayê Garê li Duhokê kuştiye.

Da zanîn jî, îstixbarata Tirkiyê di dema Înan bi komek çekdarên din re di civînê de bû, hat armankirin û ew û çekdarên pê re hatine kuştin.

Li gor wê ajansê, Izetîn Înan rêvebirê payebilind ê PKKê, berpirsê Akademiyên Apoloyê û endamê Konseya PKK/HPGyê ye.

Hat gotin ku Înan di 1992yan da tevlî PKKê bûye, li Iraq û Sûriyê beşdarî çalakiyan bûye, fermanên hin êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî daye.

Hat ragihandin ku Izetîn Înan di sala 1992an de tevlî PKKê bûye û di şûna yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Xelef El Mihemed bi nasnav "Sofî Nûrettîn" de cih girtiye ku sala par di operasyoneke MIT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x