Li Bedlîsê 4 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Parêzgariya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, danîna çadiran û herwiha hemû cor çalakî 4 rojan hatine qedexekirin.

01.02.2024, Per - 06:59

Li Bedlîsê 4 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê ji 1ê Sibatê 2024an heta 4ê Sibata heman salê 4 rojan bi her awayî çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin:

“Wek gelek cihan li Bedlîsê jî derbarê mijarên di rojeva welat û cîhanê de partiyên siyasî, komele, sendîka û saziyên civaka sivîl di mijarên diyar de bi kesên rast agahiyan didin xelkê, ji bo raya giştî bi afirînin û pê bidin qebûlkirin civînên çapemeniyê lidardixin, ji derve kom dibin, dimeşin, stand datînin, belavokan belav dikin û çalakiyên mîna van dikin.

Lê ev çalakî ji aliyê rêxistinên terorîstî û grupên provakatîf ve wekî şêwazeke çalakiyê gelek caran tê bikaranîn.

Li ser vê bingehî ji 1ê Sibatê heta 4ê Sibatê 4 rojan qedexeya çalakiyên ku ji aliyê parêzgariyê û qaymeqam ve izna wan nehatî dayîn hatine qedexekirin.”

Li aliyê din Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari Oruç ragihand ku dê 1ê Sibatê bi armanca çareseriya Pirsa Kurd û berdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê ji parêzgehên Qers û Wanê dest bi meşê bikin û dê meşa wan heta 15ê Sibata 2024an berdewam bibe.

Biryara parêzgariya Bedlîsê ya qedexekirina çalakiyê piştî vê daxuyaniya DEM Partiyê hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:42:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x