Li Colemêrg û Geverê ji ber metirsiya erdhejê 3 dibistan hatin valakirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakur Kurdistanê û navçeya wê Geverê 3 dibistan ji ber heye ne qayîm bin û xwe li ber erdhejê nagirin hatin valakirin û xwendekarên wan li dibistanên din hatin bicîhkirin.

22.02.2023, Çar - 13:42

Li Colemêrg û Geverê ji ber metirsiya erdhejê 3 dibistan hatin valakirin
Nuçe Belav bike

Bi biryara Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û hevahengiya ligel Parêzgariya Colemêrgê, îro 22ê Sibatê 3 dibistan ji ber metirsiya erdhejê hatin valakirin.

Li gor agahiyan, li navenda bajarê Colemêrgê dibistaneke navîn û li navçeya Geverê jî du dibistanên seretayî û navîn, hatin valakirin.

Hatiye ragihandin, ew dibsitan ji ber ku kevn in û metirsî heye di egera erdhejekê de biherifin, hatine valakirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, xwendekarên wan dibistanan li dibistanên din hatine belavkirin, daku berdewamî bi xwendina xwe bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x