Li Muşê qeza: Miriyek û 2 birîndar

Li parêzgeha Mûşê pîkapek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

09.03.2024, Cts - 17:37

Li Muşê qeza: Miriyek û 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Li ser rêya di navbera Mûş û Erziromê de danê êvarê li nêzîkî gundê Sikaviyê pîkapa şofêrê wê Ahmet Sancaktutanoglu û barhilgira ku Emre Işik şofêrê wê bû Ii hev qelibîn.

Di encamê de şofêrê pîkapê Ahmet Sancaktutanoglu canê xwe ji dest da û Neclaya 50 salî û Pinar Sancaktutanogluya 32 salî jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, Parastina Sivîlan û AFAD çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û termê Ahmat Sancaktutanoglu jî bir morga heman nexweşxaneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x