Li Rihayê dibistan îro jî girtî ne

Li Rihayê, îro ji ber barana gur û lehiyê dibistan hatin girtin.

15.02.2024, Per - 06:00

Li Rihayê dibistan îro jî girtî ne
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ragihand ku ji ber barana zêde li gelek cihên parêzgehê lehî rabûye.

Şildak da zanîn ku ji ber şiliya zêde û lehiyê dibistanên Rihayê û yên navçeyên Siwêreg û Wêranşarê dê îro girtî bin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Ji ber barana zêde bi giştî dibistanên parêzgehê roja 15ê Sibatê hatine girtin.

Ji bo xwendekarên ku ji gundan tên navçeyan jî heman biryar derbasdar e.”

Li Rihayê doj jî ji ber lehiyê dibistan hatibûn girtin.

Rê hat girtin

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku dê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran berdewam bike.

Li aliyê din, rêya navbera Riha û navçeya Wêranşarê ku ber bi Mêrdînê ve diçe hat girtin.

Li parêzgehê ji doh serê sibehê ve baranê dest pê kir û ev jî bû sedem ku ava çeman di ser re biçe.

Herwiha ji ber vê yekê rêya navbera parêzgehên Riha û Mêrdinê, li navçeya Wêranşarê hat girtin.

Qaymeqamtiya Siwêregê jî ragihandiye ku bi heman sedemê rêya navbera navçeyên Siwêreg û Wêranşarê demekê hatiye girtin.

Li Rihayê adara par lehî rabûbû û di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:58:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x