Li Rihayê mam û birazî di golê de xeniqîn

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, mamê ku xwest, biraziyê xwe yê ku ketî golê rizgar bike, bi hev re xeniqîn.

24.04.2024, Çar - 08:54

Li Rihayê mam û birazî di golê de xeniqîn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Wêranşarê, Canpolat Baranê 14 salî ku li ber keviya golê avdanî dikir, şemitî golê.

Îdrîs Baranê 24 salî bi mebesta ku biraziyê xwe rizgar bike xwe avêt golê.

Piştî demekê mam û birazî ji ber çavan wenda bûn.

Kesên derdorê mam û birazî ji golê derxistin û bi otomobîlên xwe veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Mam û birazî li nexweşxaneyê tevî hemî midaxelyan canê xwe ji dest da.

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:02:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x