Li Sêrtê hemû civîn, meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

Parêzgariya Sêrtê ragihand ku hemû corên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

14.06.2023, Çar - 07:36

Li Sêrtê hemû civîn, meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li Sêrtê hemû corên meş, civîn, çalakî, xwepêşandan û rêwresmên pêşwazîkirinê bi hinceta “ewlehiya raya giştî” ji 13ê Hezîrana 2023 demjimêr 00:01 heta 27ê Hezîrana 2023an demjimêr 23:59 bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Sêrtê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û ragihand ku biryara qedexeyê bi hinceta rêgirtin li “çalakiyên tundûtûjî û xwepêşandanên” ku tê çaverêkirin ji aliyê “alîgirên rêxistinên terorê” ve bên kirin hatiye wergirtin.

Biryara qedexeyê çalakiyên fermî yên saziyên hikûmetê û çalakiyên ku ji aliyê parêzgarî û qeymeqamtiyan ve destûr bê dayîn li xwe nagire.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexekirina çalakiyan ev çend sal in bi hincetên emnî tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x