Li Şirnexê qezayeke giran: 4 kes mirin

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê otomobîlek qulibî û ket bestê.

16.04.2024, Sal - 12:08

Li Şirnexê qezayeke giran: 4 kes mirin
Nuçe Belav bike

Çar kesên di vê otomobîlê de canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Tomobîla ku Ferhat Bîlen diajot li gundê Repiniyê ket bestê.

Piştî ku gundiyan xeber da, gelek polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê û çûn cihê qezayê.

Ekîbên îtfaiyeyê Ferhat Bîlen, Abdulkerîm Babat, Melek Soylu, Haşîm Babat û Sevîm Demîrcîoglu ji otomobîlê derxistin.

Tedawiya Sevîm Demîrcîogluyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê berdewam dike lê her çar kesên din mirin.

Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:06:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x