Li Xarpêt, Şirnex û Çewlîgê ji ber berfê rêyên 50 gundî hatin girtin

Li parêzgehên Xarpêt, Şirnex û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 50 gundî bi berfê hat girtin.

05.02.2024, Pts - 06:18

Li Xarpêt, Şirnex û Çewlîgê ji ber berfê rêyên 50 gundî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Ev çend roj in ku li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike.

Li parêzgeha Xarpêtê ji ber berfa zêde rêya 17 gundan hat girtin.

Li navçeya Xulamanê rêya 2 gundan, li Baskîlê rêya gundekî, li Madenê rêya 5 gundan li Depê rêya 3 gundan, li Paliyê rêya gundekî û li Sîvîrîceyê jî rêyên 5 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Li Parêzgeha Şirnexê jî rêya 8 gundan ji ber barîna berfê hat girtin.

Li navçeya Qilabanê rêya 2 gundan û li Elkê jî rêyên 5 gundan hatin girtin.

Li parêzgeha Çewlîgê jî ji ber berfê rêya 25 gundan hat girtin.

Li her sê parêzgehan tîmên pêwendîdar xebatên vekirina rêyan berdewam dikin û li navendên bajêr jî tîmên şaredariyê rêyan ji berfê paqij dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x