Makbule Ozera 81 salî dîsa hat girtin

Makbule Ozera 81 salî ya ku ji ber gelek nexweşiyên wê hebûn hatibû berdan, careke din hat girtin.

22.04.2024, Pts - 16:22

Makbule Ozera 81 salî dîsa hat girtin
Nuçe Belav bike

Makbule Ozer piştî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) got, “Dikare li girtîgehê bimîne” ducare hat girtin.

Makbûle Ozer 9ê Gulana 2022yan bi hinceta ku “alîkarî daye PKKyê” li navçeya Artemêtê ya Wanê hatibû girtin.

Ozer ji ber ku gelek nexweşiyên wê hene 7ê Îlonê hatibû berdan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), heyeta dadgehê piştî rapora Saziya Tiba Edlî disa biryar da ku Makbule Ozer were girtin.

Li Dadgeha Wanê jî biryar da ku pîra 81 salî bê girtin û ew şand girtîgehê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:32:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x