PAK, PSK, TDK-Tevger derbarê êrişên liser partî û rêxistinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek hevpar weşandin.
PAK, PSK, TDK-Tevger derbarê êrişên liser partî û rêxistinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de dide zanîn û tê gotin; "Ev demek dirêj e ku li Rojavayê Kurdistanê êrîş û şewitandinên li ser baregehên partî û rêxistinên kurdan yên ku ne bi PYD-YPG re ne û endamên ENKS ne, berdewam dikin. Ev êrîş û şewitandin, di van rojên dawî de hîn zêdetir bûne. Ev ji bo tevgera neteweyî cihê metirsî û xemgînîyek mezin e.