Parlamenterê berê yê AKPyê bangî Arvas kir: Qebûl neke neke

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalip Ozbek bangî Namzedê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas kir û jê xwest ku şaredartiya Wanê qebûl neke.

03.04.2024, Çar - 10:44

Parlamenterê berê yê AKPyê bangî Arvas kir: Qebûl neke neke
Nuçe Belav bike

31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê 14 şaredariyên Wanê bi dest xistin.

Lê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê bi hinceta ku qedexeya wî ya siyasetê bi dawî nebûye mazbataya Abdullah Zeydan neda.

Komîsyonê li şûna Zeydan mazbataya şaredarbûnê da namzedê di rêza duyem de yê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Ji hemû aliyan nerazîbûn li dijî biryarê hatin nîşandan û ev wek şêwazeke qeyûm danînê hat binavkirin.

Li Wanê ji doh ve xwepêşandan didomin û şer û aloziya di navbera welatî û polîsan de berdewam dikin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalip Ozbek jî yek ji wan kesan bû ku nerazîbûn nîşan da.

 Abdulmuttalip Ozbek li ser hesabê xwe yê Xê bangî Arvas kir û jê xwest ku şaredartiya Wanê qebûl neke.

“Erka me ew e ku em rêzê li bijardeya gelê xwe bigirin”

Ozbek li ser hesabê xwe yê Xê Arvas etîket kir û got:

“Birayê min Abdulahat Arvas, bê piştgiriya millet hatina ser desthilatdariyê dê wijdan biêşîne.

Ez dixwazim tu axaftina Serokomarê me ya şeva hilbijartinê bînî bîra xwe: 'Em ê bêhurmetiyê li biryara miletê xwe nekin, em lêpirsîna îradeya milet nakin.`

Ligel hemû hewldanên me yên AK Partiyê, welatiyên me yên Wanê Abdullah Zeydan hilbijart.

Erka me ew e ku em rêzê li bijardeya gelê xwe bigirin û ji bo hilbijartinên bên bixebitin.

Hêvî dikim hûn li ser navê xwe, malbata xwe û hemû gelê Wanê bifikirin û di zûtirîn dem de dest ji vê biryarê berdin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:28:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x