Pisporê erdhejê yê Japon çû Colemêrgê: '100 sal derbas bûn erdhejek çêbibe baştir e'

Endezyarê avahîsazî û pisporê erdhejê Yoshinori Moriwaki got, “Nêzîkî 100 salan di ser erdheja mezin a Colemêrgê re derbas bûn, bi ya min niha erdhejek çêbibe dê çêtir be.”

09.03.2024, Cts - 17:33

Pisporê erdhejê yê Japon çû Colemêrgê: '100 sal derbas bûn erdhejek çêbibe baştir e'
Nuçe Belav bike

Li bajarê Colemêrgê semînereke bi sernavê "Veguherîna Bajarvanî û Erdheja li Colemêrgê û Rêveberiya Afatê" hat lidarxistin.

Endezyarê avahîsazî û pisporê erdhejê Yoshinori Moriwaki jî beşdarî semînerê bû û derbarê erdhejên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimîne de agahî dan.

“Avahî bi malzemeyên xirab hatibûn çêkirin"

Yoshinori Moriwaki diyar kir ku avahiyên 4 sal berê di erdheja Îzmîrê de hilweşiyabûn bi malzemeyên xirab hatibûn çêkirin.

Bi gotina Moriwaki li Egeyê gelek xetên erdhejê yên biçûk hene, lewma dibe ku gelek caran erdhej çêbibin lê ew erdhejeke pir mezin hêvî nake.

“Divê em nifşên paşerojê bifikirin”

Moriwaki destnîşan kir ku her deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyê erdhejê ve xeternak in û got:

“Hem Tirkiye û hem jî Japonya ji aliyê erdhejan ve di qada xetereyê de ne.

Li cihên ku erdhej lê çêbûne dîsa erdhej çêdibin. Heta ku em sax in, dibe ku li vir erdhej çênebe lê divê em nifşên paşerojê bifikirin.

Min Colemêrg gelekî eciband. Erdê vê derê bi gelemperî zinar e. Ji ber ku erdekî hişk e, zêde naheje.”

“Eger avahî li ser erdekî nerm bên avakirin ew dê bibe sedema felaketê"

Moriwaki diyar kir ku ew dê êdî venegere welatê xwe û got:

“Ez dê heta dawiyê li Tirkiyeyê bixebitim. Di erdhejê de Tirkiye di rêza sêyem de ye.

Herçend li gorî hin welatan erdhejên mezin çênebin jî lê ziyana canî zêde ye. Eger em avahiyan li ser erdekî nerm ava bikin, dê bibe sedema felaketê.”

"Di vê heyamê de erdhejek çêbibe dê çêtir be"

Pisporê Japon bal kişand ser girîngiya hişyarkirina zarokan a ji erdhejê û bikaranîna îzolasyonên sîsmîkê di avahiyan de û wiha domand:

“Pir girîng e ku kelûpelên malê bên sabîtkirin. Pêlekan di avahiyan de xalên herî qels in.

Di ser erdheja mezin a Colemêrgê re nêzîkî 100 salan derbas bûn.

Bi min eger di vê heyamê de erdhejek çêbibe dê çêtir be. Ji ber ku dibe ku biçûk be.

Çiqas bêhtir enerjî bê berhevkirin encam dikare ewqasî xirabtir be.

Bi qasî ku ez dizanim, gelek avahî hene ku tê de malzemeyên xirab hatine bikaranîn.

Divê her kes amade be, ji ber ku her gav dikare erdhejek çêbibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:48:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x