PSK: Kesên sîvîl bûne armanca êrîşa Dewleta Tirk

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di derbarê êrişa hewayî ya artêşa Tirk ku li Herema Kurdistnaê li devera Zaxo de li hember sivîlan pêkanîye daxûyanîyek belavkir.

21.07.2022, Per - 11:27

PSK: Kesên sîvîl bûne armanca êrîşa Dewleta Tirk
Nuçe Belav bike

PSK, daxûyanîya xwe ya derbarê êrişa hewayî ya Artêşa Tirk de van gotinan dibêje:

Roja Çarşem, topxaneyê erteşa Tirk navçeyek geştyariya Zaxoyê topbaran kir. Di encama êrîşên hanê da 9 kesên sîvîl canê xwe ji dest dan û 30 kesên dinê jî birîndar bûne.

Êrîşa hanê berdewamiya êrîşa ertêşa Tirk e, ku bi salan e bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başurê. Êrîşa dawî nişan dide, ku hebûna PKK li navçeyê hencet e, armanca serekî ya dewleta Tirk, ku amedekariya xwe derheqa êrîş û dagirkirina Kurdistana Başur û Rojavayê ragihandiye, têkdane serweriya Herêma Kurdistanê ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, carekî dinê êrîşên dewleta Tirk bo ser Kurdistana Azad bi tundî mehkum dike û daxwaz ji Koma Milletan û sazî û dezgeyên navnetewî dike, ku dengê xwe li hemberê hovîtiya dewleta Tirk bilind bikin.

PSK piştgiriya biryara Hikumeta Baxda ya ragihandina rojek şîn dike û her usa daxwaz ji hikumeta merkeziya Iraq dike, ku giliyê dewleta Tirk di Koma milletan bike, ji ber ku êrîşa dewleta Tirk her weha binpê kirina serweriya dewleta Iraqê ye jî.

PSK banga Serokatiya Herêma Kurdistanê û hemu hêzên welatparêzên seranserî Kurdistanê dike, ku li hemberê êrîşên dewleta dagirkera Tirkiyê halwestê hevbeş bigrin.

Bi gor bîr û baweriya me baştirin asteng li ber êrîşa dewleta Tirk, li Bakurê kurdistanê pêkanîna navendeke kurdî ye bi beşdariya hemu hezên welatparêz û demokrat ve. Em di vî warê da berdewam hewl bidin.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata qurbaniyên êrîşên dawî a Dewleta Tirk dikin û şîrîkê xema wan in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:22:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x