Serkan Ramanli: Nedana mazbataya Abdullah Zeydan xesp e

Parlamenterê Êlihê yê HUDA-PARê Serkan Ramanli derbarê biryara nedana mazbataya şaredarbûnê ya Abdullah Zeydan got, “Nedana mazbataya Abdullah Zeydan xesp e.”

02.04.2024, Sal - 21:16

Serkan Ramanli: Nedana mazbataya Abdullah Zeydan xesp e
Nuçe Belav bike

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA-PARê) Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê nerazîbûn nîşan da.

Serkan Ramanli got:

"Piştî hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nedayîna mazbatayê ji bo namzedê bi ser ketî, desteserkirina îradeya gel e.

Heger ji bo namzediyê mafê wî tunebû, çima YSKyê namzediya wî pesend kir?

Bi hîleyên Alî Cengîz bidestxistina kursiyan, sîyaseta herî nizim e."

Vî nûçeyê tevayî: 1297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:13:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x