Dewleta Tirkîyeyê daristanên navçeya Lîce ya Amedê dişewitîne.Eve 97 sale daristanên me têne şewitandin, gund û bajarên me têne xera kirin, bi dehhezaran mirovên me hatin qetil kirin. Wan daran jî, xwîn û ruh û hest û bawerîya wan şehîdan jî li çîya û deşt û axa Kurdistanê rehekî kûr û berfireh berdayîne. Kesî heta îro bi kuştin û şewitandin û wêran kirinê nikarîbû van daristanan jî, vî miletî jî, vî welatî jî tune bike. Ji îro pê de jî tu hêz dê vî mîletî, vî welatî û doz û daxwaza azadîya me ji holê rake.
Şewitandina daristanên Lîceyê, qetlîameke li dijî xwezayê û li dijî mirovahîyê ye.
Em şewtiandina daristanan bi tûndî şermezar dikin.
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin; vî şerî rawestînin.Em bangî PKKyê dikin; dawî li vî şerê çekdarî yê ku zerarê dide gelê me bîne.
Dewleta Tirkîyeyê divê bi dîyalog û hevdîtinan li gel hemû partîyên Kurdan rêya çareserîya sîyasî veke. Rêya rast û mirovî û maqûl ev e.
30.07.2020
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê