Barzanî amaje bi bihêzbûna pêwendiyên û hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kir û got: “Hêvîdar im piştgîriya Fransa bo pirsgirêkên Kurd berdewam be. Daxwaz ji serokê dahatû yê Fransayê jî dikim, heger Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand, piştgîriyê bike, yan herî kêm li ne li dijî proseya serxwebûnê be.”
Derbarê pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de Barzanî got: “Bexda pabendiyên xwe li hember çareserkirina navçeyên Kurdistanê cibicî nekirine, ji ber wê dixwazin referandûmê bo çarenivîsa Herêma Kurdistanê û wan navçeyan encam bidin.”
Barzanî got jî: “Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, lê em nabêjin ku tenê bo Kurd be û Kurd tê de bijî.”
Her di derbarê referandûmê de, Barzanî got: “Em dixwazin bi awayekî aştiyane ji Bexdayê cuda bibin.”
Herwiha got jî: “Sed sal in hewl didin di Iraqê de bimînin, lê bi êrîşa kîmawî û têkdana 4 hezar gund û kuştina bi hezaran kes, bersiva me dan.”
Barzanî amaje bi wê jî kir, berî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, 250 hezar Kurd li wî bajarî dijiyan. Barzanî nîgeraniya xwe jî nîşan da, ku Bexda bikaribe careke din Mûsilê ava bike, ji ber ku pêkhateyên netewî yên din li Mûsilê dijîn.