Hat ragihandin ku li Pirdeyê di navbera hêzên Pêşmerge û Haşdî Şabî de şer derketiye. Pirde herêmeke di navbera Kerkûk û Hewlêrê ye.
Li gor haydariyan, li Pirdeyê di navbera hêzên Pêşmerge û milîsên Haşdî Şabî de şer derket. Li gorî zanyariyan di şer de çekên giran jî têne bikaranîn.
Milîsên Haşdî Şabî li bajarokê Pirdê yê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de êrîşê hêzên Pêşmerge kirin. Pêşmergeyan bi tundî bersiv dayê û şer derket.
Haşdî Şabî şevê din hêzeke mezin anîbûne Kerkûkê û dixwestin xeta 36 kontrol bikin û bi vî awayî herin heta bajarokê Quştepe ya rojhilatê Hewlêrê. Li hember vê yekê Pêşmerge Pirdê weke “xeta sor” dibîne û nahêle ti hêzeke leşkerî xwe nêzîk bike.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Haşdî Şabî bi çekên giran, tank û çekên amerîkî hatine. Pêşmerge bersiv da û 2 otomobîlên hummer teqandin. Niha jî herdu alî bi top û çekên giran li hev didin.