Du çekdarên DAIŞê li nahiya Nemrûdê hatin kuştin

Li gundekî navçeya Nemrûd ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û leşkerekî Iraqî jî birîndar bû.

15.05.2023, Pts - 12:37

Du çekdarên DAIŞê li nahiya Nemrûdê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Nahiya Giwêr Mesûd Nûrî ji K24ê re got, şeva borî li gundê Şenefê pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de derket û 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Rêveberê Nahiya Giwêr aşkere kir, cihê ku çekdarên DAIŞê lê hatine dîtin, nêzîkî çeperên artêşa Iraqê ye.

Mesûd Nûrî ragihand jî, li Giwêrê rewşa ewlehiyê hatiye kontrolkirin û ti metirsî li ser nîne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x