Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêrê li nêzîkî Hewlêrê, Cemal Mortke ji BasNewsê re got, xebat û xwîna Pêşmerge bo serxwebûna Kurdistanê ye. Me di vê rêyê de bi sedan hezar şehîd dane, loma Pêşmerge ji serxwebûna Kurdistanê re dibêje erê.
Cemal Mortke her wiha got, hêzek mîna Pêşmerge ku pişta mezintirîn û hovanetirîn rêxistina terorîstî şikand, hêjayî wî yekê ye ku dewletek mîna dewleta Kurdistanê biparêze. Ji ber wê jî divê em hemû bi hev re bo serxwebûna Kurdistanê xebat bikin.