Fermandariya Pêşmerge: Me li Maxmûrê paşve nekişiyaye

Fermandariya Mêhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, hêzên pêşmerge li navçeya Mexmûrê ne û bang li xelkê Mexmûrê kir, ku vegerin ser mal û cihên xwe.

18.10.2017, Çar - 07:09

Fermandariya Pêşmerge: Me li Maxmûrê paşve nekişiyaye
Nuçe Belav bike

Sîrwan Barzanî got: “Mixabin piraniya xelkê navçeya Mexmûrê vala kirine, lê belê her weke hûn jî dibînin pêşmerge li vir e. Herwiha hêzên Asayişê jî li Mexmûrê ne û em hêvîdarin ku xelk di demek nêzîk de vegere.”

Sîrwan Barzanî da xuyakirin, ku fermandeyên pêşmerge îro bi fermande û berpirsên artêşa Iraqê yên li Mûsilê re civiyane û li ser xeta temasê ya ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17-10-2016ê de, di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de hebû, li hev kirine.

Serpireştê Mêhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge got: “Me îro civîneke berfireh li gel rayedarên hêzên Iraqê yên li Mûsilê kir û em hatin li ser wê rêkevtinê yak u di 16-10-2016ê de di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de hebû û ji wê derê ve pêşmerge ber bi Deşta Neynewatê ve çûbû. Hêzên iraqî heta ser wê xetê dikarin bihên û hêzên pêşmerge jî li cihên xwe bi hemahengiya li gel wan (hêzên iraqî) dê bimîne.”

Sîrwan Barzanî tekez kir, ku li navçeya Mexmûrê ne niha, ne di dema hatina DAIŞê de û ne jî berî DAIŞê ti pirsgirêk di navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de nebûye û niha jî hin hêzên iraqî li navçeyê hene, ku pêştir jî hebûn ku pir nêzîkî hev in jî.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 966 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x