Fraksiyona PDKê: Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi piraniya dengan hat aktîfkirin

Parlamentoya Kurdistanê bi dengê 58 palamenteran, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê ji nû ve aktîf kir.

22.05.2023, Pts - 12:53

Fraksiyona PDKê: Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi piraniya dengan hat aktîfkirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji ajansa K24ê re ragihand, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi 58 dengan hat aktîfkirin.

Got jî: “Bi pêngava îro, nîqaşên li ser kê alîgirê kirin an nekirina hilbijartinan e bi dawî hat.”

Derbarê aloziyên li parlamentoyê de jî Pêşewa Hewramî got, ew wek karekî asayî yê parlamentoyê dibînin û got: “Bûyerên wiha li di nava parlamentoyê de rû didin.”

Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û xaleke rûniştinê jî, aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Serokê Parlamentoyê, fraksiyonên YNK û Tevgera Goranê beşdarî civînê nebûn û li hola parlamentoyê alozî derket.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x