Di derbarê vî mijarê de Welatiyên Kerkûkê dibêjin, beşek ji endamên Haşdî Şabî cilên sivîş, polîs û leşkeran li xwe kirine û bi taybetî di nava taxên kurdnişîn de digerin. Tenê 2 roj piştî destanîna ser Kerkûkê, grûba Seraya Xorosanî ya Haşdî Şabî dest bi ser hemû dezgehên bajêr de girt. Paşî dest bi pişkînînan kirin û çûne ser malên kurdan.
Herwiha kiryarên Haşdî Şabî yên li Xurmatû û şewitandina bazar û malên hemwelatiyan, tirseke mezin di dilê welatiyên Kerkûkê de çêkiriye. Hemwelatî dibêjin, roja pênşemê çekdarên Haşdî Şabî dest bi talankirina malên kurdan kirine.
Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Waliyê Hewlêrê, di nava 2 rojan de 14 hezar malbat ji Kerkûkê koçberê Hewlêrê bûne. Herwiha hejmareke zêde yê nîştecihên Kerkûk û Duz û Xurmatûyê jî çûne Silêmaniyê.