Heşdî Şabî êrişê Şingalê kir

Hat ragihandin ku milîsên Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê bi êrişan ketine Şingalê.

17.10.2017, Sal - 06:41

Heşdî Şabî êrişê Şingalê kir
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdaw'ê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand ku hêzên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ber bi Şingalê ve çûne û Hêzên Pêşmerge vekişane.

Tehsîn Qasim diyar kir ku derdora 500-600 çekdarên Heşda Şeibî têketine nav Şingalê lê Polîs Federal ê Iraqê û hêzên artêşa Iraqê ne çûne di nav navenda navçeyê tenê li derdora wê bicî bûne.

Bi gotîna peyamnêrê me Hêzên Pêşmerge li navenda Şingalê paşve vekişama û ti şer û pevçûnê rû nedaye û hêzên Heşda Şeibî li ser avahiyên fermî ala Iraqê daliqandine.

Herwiha peyamnêrê me da zanîn ku li rojhilatê Şingalê bo heyema 20 xulekan di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî de şer derketiye û piştî pevçûnê hêzên Heşda Şeibî ji wê derê vekişiyane.

Qasim amaje bi wê yekê jî kir ku beşeke din ji hêza Heşda Şeibî ber bi bajarokên Rebia û Ewêneyê bi rêketine û hewl dide sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:33:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x