Li gorî ragihandina Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Xurmato Hesen Baram: “Heşda Şeibî sivikayetî bi tevahiya pîroziyên kurdan kirine û malên welatiyan talan kirine.”
Hesen Baram da xuyakirin ku Xurmato hatiye enfalkirin û 15 hemwelatî hatine şehîdkirin û pêwîste di demek zû de navçe were rizgarkirin.
Di berdevamiya axaftina xwe de Hesen Baram dibêje, ku eger serhildan hebe ew dê bibe yekem kes ku beşdar bibe.
Ji aliyê din ve welatiyekê ji Rûdawê re ragihand, ku Heşda Şeibî li ser rêya bajarokê Leylan û Kerkûkê kemîn ji bo xwebexşan daniye û bi dehan tank û otomobîlên zirxî li wê deverê bicî kirine.
Welatiyên xwebexş li bajarên din tekez dikin, ku ew amade ne biçin Kerkûkê û berevaniyê li bajar bikin û li dijî Heşda Şebî serhildanê bikin.