Hikûmeta Kurdistanê bersiv da banga Amerîka!

Piştî ku Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê şerê roja înê yê di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî û hêzên Iraqî de daxuyaniyeke belav kir û daxwaz ji Iraqê kir, ku liv û tevgerên xwe li navçeyên arîşedar kêm bike û bang li Bexdayê û Hewlêrê kir, ku dest bi diyalogê bikin

21.10.2017, Cts - 07:00

Hikûmeta Kurdistanê bersiv da banga Amerîka!
Nuçe Belav bike

Li hemberî vî daxûyaniyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde pêşwazî li banga Wezareta Derve ya Amerîkayê kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Roja înê 20-10-2017 Wezareta Derve ya Amerîkayê beyannameyek bi navê Hikûmeta Amerîkayê derbarê rewşa navçeyên arîşedar û alozî û pevçûnên navbera Pêşmerge û hêzên iraqî li Pirdê belav kiriye û têde bi mebesta rawestandina aloziyan, ku di çend rojên bihorî de di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên iraqî de rû daye, her du aliyan hand ide ku dest bi gotûbêjê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li naveroka beyannameya Wezareta Derve ya Amerîkayê dike.

Herwiha pêşwazî li rawestandina demildest a alozî û pevçûnên navbera Hêza Pêşmerge û hêzên iraqî li navçeyên arîşedar dike û razî ye jî ku rawestandina şer û aloziyan bi hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî û hêzên hevpeymanan bihê encamdan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan pêşwazî li destpêkirina danûstandina li gel Bexdayê bi zûtirîn dem û di çarçoveya Destûra Iraqê û bêyî ti pêşmercekê dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x