Li Hewlêrê kûçikên bêxwedî êrişî pez kir û 15 serî mî û bizin kuştin

Li navçeya Behrikê ya Hewlêrê çend kûçikên bêxwedî êrişî pezê welatiyekî kirin, li gorî xwediyê pez jî, ji koma 35 serî, 15 serî hatine kuştin û 15 serî jî birîndar bûne.

25.05.2023, Per - 11:23

Li Hewlêrê kûçikên bêxwedî êrişî pez kir û 15 serî mî û bizin kuştin
Nuçe Belav bike

Ebdulstar Herkî ku xwediyê pez e û li navçeya Behrikê dewarên xwe xwedî dike ji K24 re got, îro demjimêr 04:30ê vê sibê dema şivan hat dewaran bibe û çêriyê, dît ku hejmarek kûçikan êrişî pes kiriye û ji koma 35 mî û bizinan, 15 serî mirdar kiriye û 15 serî jî birîndar kirine.

Bi gotina Ebdulstar Herkî, hejmareke mezin ya kûçikên bêxwedî li wê navçeyê hene û bûne metirsiyeke mezin li ser jiyana wan û ev ne cara yekem e ku êrişî dewar û welatiyan dikin, pêştir jî kûçikan êrîşî dewaran kirin û du-sê mî û bizin kuştin, lê ev cara yekem e ku bi vî awayî êrişî dewaran dikin û ewqas jî dikujin.

Ebdulstar Herkî bi riya K24ê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Parêzgeha Hewlêrê kir ku çareseriyekê ji bo kûçikên bêxwedî bibînin, wek ku ew bi xwe dibêje ku tenê îro 10 - 12 milyon dînar ziyan gihîştiye wî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x