Li Silêmanîyê di mizgeftê de teqîn!

Li bajarê Silêmanîyê yê Herêma Kurdistanê di mizgefta Beheşt de têqîn çêbû.

17.06.2017, Cts - 06:18

Li Silêmanîyê di mizgeftê de teqîn!
Nuçe Belav bike

Li gor agahîyan teqîn di mizgefta Beheşt a bajarê Silêmanîyê de rû daye û jêderên herêmî dibêjin, du narincok hatine avêtin û ew di nav mizgeftê de teqîyane.

Li gor zanyarîyên medya Herêma Kurdistanê yên dawî, dema avêtina narincokan nav mizgeftê mele Ebdulletîf Selefî ku wek rêberê selefiyên Herêma Kurdistanê tê naskirin jî li nav mizgeftê bû.

Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed da xuyakirin ku 3 kes birîndar bûne êw bo nexweşxaneyê hatine veguhestin ku birîna wan sivik e. Hat ragihandin ku yek ji birîndaran Ebdulletîf Selefî ye ku birîna wî sivik e.

Herwiha hat zanîn ku li ser bûyerê dorûbera mizgeftê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye dorpêçkirin û lêkolîn ji bo teqînê hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:56:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x