Li Xaneqînê DAIŞê êrîşê xaleke artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê li gundekî Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

03.08.2022, Çar - 06:31

Li Xaneqînê DAIŞê êrîşê xaleke artêşa Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke artêşa Iraqê li gundê Keşkolê yê ser bi Nahiya Qeretepe ve kir û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Her wiha got, termên her du leşkerên kuştî û her du birîndar ji bo nexweşxaneya Gulale ve hatin veguhastin.

Diyar kir jî, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞ û artêşa Iraqê derket. Piştre jî hêzeke artêşa ji Qeretepe bi hawara wê xala leşkerî ve çû, lê di rê de bombeyek bi wan de jî teqiya.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xirap e û DAIŞ bi berdewamî êrîşî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê dike, ji ber wê yekê jî hejmarek ji gundên Kurdnîşîn jî vala bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 424 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:06:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x