Mesrûr Barzanî: Em amade ne derbarê lihevkirina PKK û aliyên siyasî li Rojava alîkariyê bikin

Do êvarî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînarek li Washnigtonê bi nave "Nerînek ji Kurdistanê bo Iraqê piştî DAIŞê" pêşkêş kir, tê de ragehand ku, ew amade ne alîkariya PKK û aliyên Kurdistanî li Rojava bikin daku, bigehin rêkeftinekê.

17.05.2017, Çar - 06:09

Mesrûr Barzanî: Em amade ne derbarê lihevkirina PKK û aliyên siyasî li Rojava alîkariyê bikin
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî bersiva amadebûnekî simînarê derbarê nakokiyên aliyên Rojavyê Kurdistanê da û ragehand ku, niha ji bilî PKK hemû aliyên Kurdistanî li Rojava amade ne li hev bikin.

Herwiha da zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî du destpêşxerî bo lihevkirina aliyên siyasî li Rojava pêşkêşkirbû, lê PKK ne amade bû li gel wan rêkbikeve, lewma PKK heta niha Partiyên Kurdistanî yên din derdixe derve.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weke nimûne Pêşmergeyên Rojava hene û li şerê dijî DAIŞê şehîdbûne, lê YPG baskên PKK li Rojavayê Kurdistanê qebûlnekir termekî veguheze Rojava.

Herwiha Mesrûr Barzanî dûpatkir ku, Herêma Kurdistanê pirsgirêk li gel PKK nîne, belko wan pirsgirêk ligel me hebe, alozî anîne navçeyê û herêma me, em daxwazdikin rêzê li serwerî û desthilata Kurdistanê re bigrin, herwiha rêzê li daxwazên me û xelkê Şingalê bigrin, hemû xelkê Şingalê daxwaz dikin, PKK ji navçeyên wan derkeve, lewma çareserî ewe ku, rêzê li xwestekên Hikumeta Herêma Kurdistanê û xelkê Şingalê re bigrin û Şingal bicî bihêlin, pêweste rê bidin daku, navçe were avakirin ew yeke tenha rêya çareseriyê ye.

Mesrûr Barzanî li gel şandeka Herêma Kurdistanê bi armanca hevdîtin û danûstansdinan li gel berpirsên Amerîka niha li Washingtonê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x