Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tê de amade bû, behsa pêşdebirina peywendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û daxwaza xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de nîşan da.
Komîserê Şahê Birîtanyayê bo Karûbarên Bazirganî, weke ku di daxuyaniyê de hatiye, amaje bi pêgeha giring a Herêma Kurdistanê kir, ku gelek derfet hene ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de.
Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî çavdêrî û serperiştiya îmzekirina rêkeftinekê di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kir ku di warê geşepêdana bazirganiyê de û destnîşankirina warên ku pêşîne ne, ji bo kar li ser pêşkeftin û geşepêdana wan bê kirin, wek çandinî, tenduristî, pêşxistina çavkaniyên mirovî û teknolojiyê.