Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin

Di destpêka meha bê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Saint Petersburg ê Rûsî ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

26.05.2017, Cum - 06:38

Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov li Rûsyayê dicivin
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, di destpêka meha bê de hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Saint Petersburg birêve diçe.

Biryar e di dawiya vê mehê de û bi mebesta beşdarîkirina di Lûtkeya Aborî ya Saint Petersburgê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Rûsya bike û çendîn hevdîtin û civînên girîng ligel berpirsên pilebilind ên Rûsyayê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1571 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:28:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x