Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve ji kar hate dûrxistin, di hevpeyvînekê de ji ajansa Blomberg a amerîkî re got: “Niha plana min a vegera Kerkûkê nîne. Eger vegerim jiyana min dikeve metirsiyê.”
Necmedîn Kerîm behsa wê yekê dike, ku mîlîsên şîe li Kerkûkê bi ser taxên kurdnişîn de girtine û zilm li xelkê sivîl kirine, ji ber vê yekê jî bi hezaran kesan bajêr bicîh hiştine.
Blomberg behsa rola Îranê û Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Silêmanî ya di bûyera Kerkûkê de dike û dibêje: “Roja Yekşemê Qasim Silêmanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed û biraziyên Celal Talebanî rêkeftiye.”
Her wiha Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Şeva dagirkirina Kerkûkê milîsên Haşdî Şabî êrişî min jî kirin, hê jî ev metirsiya êrişê heye. Heyder Ebadî ne rast dibêje, şeva êrişa Kerkûkê min bi çavên xwe dît bi 10an însan hatin kuştin."
Derbarê vê yekê de Necmedîn Kerîm dibêje: “Rêkeftin kiirbûn, ku dema hêzên iraqî bêne nav Kerkûkê fermandarên pêşmerge tevlî şer nebin. Rojek beriya êrîşê Bavil Talebanî yê kurê mezin ê Celal Talebanî û herdu biraziyên Talebanî, Lahûr û Aras Şêx Cengî hatine Kerkûkê, li gel Qasim Silêmanî civyan. Silêmanî ji wan re got, an hûn dê cihê xwe bihêlin an jî emê êrîşê we bikin.”
Blomberg nivîsiye: “Hinek pêşmergeyan şerê artêşa Iraqê kirin. Lê paşvekişandina yekîneyên sereke hişt ku artêşa Iraqê bi hêsanî bikeve Kerkûkê.”
Kerîm di daxiya hevpeyvîna xwe de dibêje: “Rojek dê bê ez ê vegerime Kerkûkê.”