Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, civîna şanda YNK û PDKê îro demjimêr 11:00 dest pê dike û derbarê hilbijartinên parlamentoyê de gotûbêjan dikin.
Şanda PKKê, ji Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda, Elî Husên, Dr. Hêmin Hewramî û Dr. Cafer Êmînkî pêk tê.
Şanda YNKê jî, ji Şalaw Elî Eskerî, Dr. Xesrew, Îmad Ehmed, Rizgar Hacî Hema, Dr. Mîran Mihemed û Emîn Babaşêx pêk tê.
Ev civîn piştî wê tê, Serok Mesûd Barzanî roja 11ê Culana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.
Her wiha Serok Barzanî got jî: Berî vê civînê ez daxwazê ji YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin.