Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duh (Duşem, 03.06.2024) ragehand, “Niha ku hind e bizav û civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî digehin encaman û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bi qanûnê tên binecihkirin û Serokwezîr bizav kiriye mûçe û budce ji mijarên din bên cudakirin, hejmareke perlemanterên Kurd bûne berdevkên mûçebiran û medyayên mûçebirên navxwe û bê aramî û perîşan li dijî hikûmetê û encamên bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî mijûlî dijatî û propaganda û nûçeyên pirkîn in.”
Di wê ragehandinê de hatiye, “Lê em xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku karwanê avedanî û parastina mafên xelkî di çarçoveya destûrê Îraqê dê berdewam be û bi emanet bergirî dê jê bê kirin û yên ku li bereyê mûçebiran in jî wekî her car dê bên bêhêvîkirin, bila Serokwezîr Mesrûr Barzanî mûçeyan webigire û hûn jî her mûçebir bin.”
Ev di demekê de ye ku Civata Nûnerên Îraqê vê êvarê (Duşem, 03.06.2024) ji bo dengdana li ser xişteyên budceya 2024ê yên federalî civiya û bi berhevbûna 199 endaman hat pejirandin, ku yek ji bendên wê dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û cudakirina wan ji xerciyên rastîn e.
Pişka Herêma Kurdistanê di edilandina budceya sala 2024ê de bi her du xerciyên bikarbirin û weberhênanê ve dibe 20 tirilyon û 910 milyar û 463 milyon û 911 hezar dînar, xerciya bikarbirinê 14 tirilyon û 223 hezar dînaran pêk tîne, ji wê hejmarê 11 tirilyon û 580 dînar ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin û bi vî awayî her meh 965 milyar dînar ji bo xerciya vî warî tên şandin.