Polîtburoya PDKê piştgirî da peyama Serok Barzanî: Em ji bo civînan amade ne

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û tê de piştgîriya xwe bo peyama Serok Barzanî ragihand û diyar kir, “Em ji bo civîna bi hemû aliyên siyasî re bê tu cudahiyekê amade ne.”

12.05.2023, Cum - 09:14

Polîtburoya PDKê piştgirî da peyama Serok Barzanî: Em ji bo civînan amade ne
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye ku, “Em li ser navê alîgir û endamên PDKê piştevaniya xwe bo cîbicîkirina peyama Serok Barzanî radigihînin”, ku duh Pêncşemî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de li Barzan arasteyî xelk û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Polîtboruya PDKê herwiha dibêje: “Em peyam û destpêşxeriya Serok Barzanî weke berdewamiya peyama aştiyane ya Barzaniyê nemir dinirxînin û amadebûna xwe ya temam ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî radigihînin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Li gor hesta berpirsatiya niştimanî û bi berçavgirtina rewşa navçeyê û Herêma Kurdistanê, em gavên pratîk ji bo cîbicîkirina fermanên wî rast û giring dibînin û amadebûna xwe ya tam ji bo hevdîtina bi hemû aliyan re bêyî ti cudahiyan nîşan didin.”

Duh di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî" de, Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ku beriya 18 vê mehê bi hev re civînekê li dar bixin û li ser pirsgirêkan gotûbêj bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.

Serok Barzanî got: “Di demeke pir nêz de berî 18ê vê mehê hemû bi hev re civîneke berfireh bikin, bi dilsozî behsa pirsgirêkan bikin û wan çareser bikin.”

Serok Barzanî herwiha bang li polîtburoyên PDKê û YNKê jî kir û got: “Berî vî civîna berfireh, bi awayekî cuda bicivin û zemîneyê amade bikin ji bo serxistina civîna din.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x