Berdevkê Komîsyona referandûm'ê û Hilbijartina Bilind a herêma Kurdistan Şervan Zirar axaftina xwe ya Rûdaw'ê de anî ziman ku referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê ku 25 îlon'ê de tê rêvebirinde li çar zimanan pûsûla amade kirine û pûsûla jibo dengdanê amadene.
Her wiha pûsûla bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkî hatiye amadekirin.
Zirar dibêje ku; " Wê li seranserê Başûrê Kurdistanê 12 hezar bingehên dengdanê bêne danîn û ew jî bi awayê ku 7 hezar bingehên dengdanê li herçar parêzgehên Başûrê Kurdistanê, 5 hezar bingeh jî li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bêne danînç
Li gorî pêşbîniyên komîsyonê jî dê 3 milyon û 300 hezar heya 3 milyon û 500 hezar kes bikaribin di dema giştpirsiyê de mafê xwe yê dengdanê bikar bînin.