Pêşmerge bê agahiya Barzanî ji Kerkûkê vekişiyan

Fermandarê payebilind ê leşkerî yê YNKê ragehand, ku serokê herêma Kurdistanê agahiya wî ji plana vekêşîna Pêşmerge li Kerkûkê nebû.

18.10.2017, Çar - 07:22

Pêşmerge bê agahiya Barzanî ji Kerkûkê vekişiyan
Nuçe Belav bike

Fermandarê hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cehfer Şêx Mistefa, di daxuyaniya xwe ya ji çapemeniya Silêmaniyê de, red kir ku hebûna milîsên Heşdî Şeibî li Kerkûkê berdewam be û got: ‘’Ez berdewam dijî wê hêzê me.’’

Şêx Cehfer Şêx Mistefa ragehand, eger rêkeftin di navbera Heşdî Şeibî û çend berpirsên kurd hatibe kirin ‘’Ev xiyanete mezine û eger ew xiyanet nebe başe ma çi xiyanet e.’’

Şêx Cehfer Şêx Mistefa amaje bi vê yekê jî kir, ku tişta li Kerkûkê pêkhat, planeke herêmî bû û bi plana ronahiya kesk pêxistina navnetewî ve pêkhat. Serokê herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî agahiya xwe ji biryara vekêşîna Pêşmerge ji çeperên berevaniyê tinebû û piştre min ew agahdar kiriye, ku ew tişt pêkhatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1052 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x