Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din ên herêmê bicivin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, “Sibeha îro Çarşembê 25ê Gulanê şandeke Komîteya Ewlehî û Berevanî ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê gihîştin Hewlêra paytext û biryar wiha ye ku endamên şandê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din ên herêmê bicivin.”
Derbarê armanca serdanê de, Dilawer Ajgeyî got, “Armanca wan ev e ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa ewehiyê ya Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî rewşa sînorê Şingalê, çimku ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê giring e.”
Şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewroapyê ji 7 parlamenteran pêk hatiye Nathalie Loiseau serokatiya wê dike.
Ew şanda Yekîtiya Ewropayê duh Sêşembê bi serdanekê gihîştibû Iraqê û li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîbûn.