Serok Barzanî di salvegera Komkujiya Enfalê de peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Ew ên Enfal kir ketine çopa dîrokê lê bandora cenosîdê her maye.”

14.04.2024, Paz - 13:27

Serok Barzanî di salvegera Komkujiya Enfalê de peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî îro di peyama xwe de got:

“Tevî zilm û zordariya mezin a li gelê me hatiye kirin, mixabin hîn jî di nav dewleta Îraqê de deng û rengên şovenîst ên li dijî Kurdan derdikevin.”

Komkujiya Enfalê ji 8 qonaxan pêk hat ku ji 22yê Sibata 1988an û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Qonaxa sêyemîn a Enfalê ku 14ê Nîsana 1988an bû û ji ber ku li gorî qonaxên din herî zêde qurbanî û komkujî tê de hat kirin wekî roja Enfalê hat binavkirin.

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku erkê dezgehên fermî yên Îraqê ye ku ji bo qerebûkirina qurbaniyên Enfal û cenosîd û zilma li gelê Kurdistanê hatiye kirin bixebitin û divê rê li ber hemû hewl û siyasetên xirab bigirin.

Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x