Serokwezîr Barzanî û Erdogan tekezî li ser başkirina peywendiyan kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarbî merasîma dest bi karbûna Serokê Tirkiyê kir û pîrozbahî li Erdogan kir. Hevdem Barzanî li gel serok û serokwezîrê çend welatekî din jî civiya.

10.07.2018, Sal - 10:05

Serokwezîr Barzanî û Erdogan tekezî li ser başkirina peywendiyan kirin
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 09-07-2018, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Enqereyê kir û li gel hejmareke zêde ya serok û serokwezîrên welatên cîhanê beşdarî merasîma dest bi karbûna Erdogan kir.

Di dema merasîmê de Serokê Tirkiyê Erdogan pêşwazî li Serokwezîr Barzanî kir. Di hevdîtineke kûrt de Barzanî ji ber derst bi karkirinê pîrozbahî li Erdogan kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan tekezî li ser peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirine û herwiha bal kişandine ser başkirina peywendiyên dualî.

Li gorî daxuyaniyê Serokwezîr Barzanî li Enqereyê li gel serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr, Mîrê Qeterê Tamîm bin Hemed el-Sanî, Serokwezîrê Filistînê Ramî Hemdullah, Serokwezîrê Tatarîstanê Aleksey Besoşîn, şanda Komara Îslamî ya Îranê, şanda Montenegro, şanda Îtalya, şanda Azerbaycanê û herwiha, li gel wezîrên derve, enerjî û aborî yên Tirkiyê jî hevdîtin pêk anîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 759 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x