Li gorî Fermangeha Medya û Zanyariyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr razemendî li ser terxankirina 5 milyar û 163 milyon dînar ji bo avakirina nexweşxaneyeke hawarhatinê li qezaya Batîfa ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve da.
Diyar kir jî, avakirina vê nexweşxanê di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ji bo pêşxistina sektora tendirustiyê û bi armanca zêdetir xizmetkirina welatiyan li parêzgehan û îdareya serbixwe.
Destnîşan kir jî, ev birê pereyan li ser budçeya veberhênanê ya Wezareta Tenduristiyê tê xerckirin.