Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgrûd Hîkmet di derbarê berxwedêriya gelê Kerkûk ku li hemberî Heşdî Şabî daye destpêkirin de ji televîyona K24\'ê re axifî.
Hîkmet axaftina xwe de da zanîn ku, gelê Kerkûk li hemberî zilma Heşdî Şabî serî hildaye û li bajêr rewşeke awarte heye.
Her wiha Hîkmet da zanîn ku Pêşmergeyên Kurdistanê jî li gel gelê Kerkûkê cihê xwe girtine.