Tê pêşbînîkirin ku di serdema bê de, li şûna serokomariyê posta serokatiya Parlamentoya Iraqê bo jineke Kurd were dayîn ku ew jina herî nêzîkî Serokatiya Parlametoya Iraqê jî Ala Talebanî ye.
Li gor medya Herêma Kurdistanê ku dispêre Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam a medya û lêkolînan Hadî Celo Merê, dê di serdema dahatû de li Iraqê di asta siyasî de guhertinên mezin çêbibin.
Merê dibêje, yek ji wan guhertinên bên kirin jî dabeşkirina postan e ku dibe posta serokomariyê ya Kurdan bi posta serokatiya parlamentoyê were guhertin.
Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam herwiha guman dike, posta Serokê Parlamentoyê bidin jineke weke Ala Talebanî ku yek ji wan siyasetmedaran e ku pêwendiyên wê bi Ereban re baş in.
Merê pêşbînî dike, Kurd dixwazin posta Serokomarê Iraqê bi ya parlementoyê biguherînin ji ber ku posta serokomar sembolîk e û ti bandora wê li ser prosesa siyasî nîne.