Rayedarekî Amerîkî bo ajansa Reutersê da xuyakirin, mijarên dijwar di rojeva hevdîtina Tîllerson de hene û ew dê bo operasyona ser Efrînê jî banga aramî û sînordarkirinê bike.
Da xuyakirin, di vê demê de bi Tirkiyê re kar kirin zehmet e. Tirkiye germ û bihêrs e û diyar e hevdîtina Tîllerson jî, dê dijwar derbas bibe.
Herweha got, digel van hemiyan ew hê bawer dikin ku, mijarên hevpar ên bingehîn di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene.