Amerîka: Em ligel Tirkiye û hevpeymanên din kar bo parastina destkeftên xwe yên li Sûriyê dikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din ragihand ku ligel Tirkiye û hevbeşên xwe yên din li Sûriyê kar dikin bo parastina wan destkeftên di şerê dijî DAIŞê de li wî welatî hatine bidestxistin.

13.12.2022, Sal - 07:01

Amerîka: Em ligel Tirkiye û hevpeymanên din kar bo parastina destkeftên xwe yên li Sûriyê dikin
Nuçe Belav bike

Roja Duşembê, 12ê Kanûna 2022an, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li Washingtonê di civîna çapemeniyê ya heftane de, derbarê rewşa niha ya navxwe ya Sûriyê û vegerandina penaberên Sûrî ji Tirkiyê de got, Washington girîngiyê dide wê rola Tirkiyê ya hevkarîkirin û dabînkirina stargeheke aram bo wê hejmara zêde ya Sûriyeyiyên ku neçar bûn ji navçeyên xwe koçber bibin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em pêşwaziyê li wan hemû karan dikin ku Tirkiyê kirine di mijarên mirovî de ku welatên din ên navçeyê di wî warî de pêşkêş kirine.”

Derbarê rewşa emnî û aramî ya Sûriyê de jî, Ned Price got: “Bê guman hêj çendîn metirsî li ser Sûriyê hene. Lewra em berdewam in û ji nêzîk ve ligel Tirkiye û herwiha ligel hevbeşên xwe yên din kar dikin daku piştrast bibin ku wan destkeftên me kariye di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bo jinavbirina DAIŞê, di van salên dawî de jî bi taybetî wan destkeftên li dijî DAIŞê hatine bidestxistin biparêzin, ew destkeft berevajî nebin û piştrast bin ji wêya di siberojê de Sûriyeyî bikarin vegerin warê xwe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn ku Koşka Spî pêşketina li dijî DAIŞê dîtiye, lê hêj asta tundûtûjiyê li nav Sûriyê berdewam e û wê tundûtûjiyê û şerê zêdeyî deh salan ew welat wêran kirine.

Demeke Tirkiye gefa êrîşeke berfireh a esmanî û bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û roja 20ê Mijdara îsal jî di êrîşeke esmanî de çend dever li Rojavayê Kurdistanê kirin armanc û di encamê de 59 kes bûn qurbanî ku di nav wan de 16 kesên sivîl hebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:15:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x