Amerîka hêza xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike

Amerîka ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn dê hinek leşkerên din bişîne herêmê.

24.09.2024, Sal - 10:03

Amerîka hêza xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de, ew dê leşkerên xwe li herêmê zêde bikin.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji ber zêdebûna rageşiyê û zêdekirina tedbîrên li Rojhilata Navîn, em dê hêza xwe ya leşkerî  li herêmê zêde bikin.”

Li ser pirsa ku dê çend leşker bişînin ku derê jî wiha hat gotin, “Ji ber sedemên ewlehiya operasyonê, em dê li ser hûrguliyên taybetî şîroveyan nekin an agahiyên zêde nedin.”

Niha li herêmê nêzîkî 40 hezar leşkerên Amerîkayê hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:39:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x