Amerîka: Niha ne dema asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku niha ne dema asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê ye, lê tekez dike ku divê krîza mirovî li wî welatî bê çareserkirin.

28.02.2023, Sal - 07:08

Amerîka: Niha ne dema asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê ye
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 27ê Sibata 2023an, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de got: “Helwesta me derbarê rejîma Sûriyê de nehatiye guhertin. Niha ne dema asayîkirina peywendiyan e. Niha ne dema pêşxistina peywendiyan e ligel hikûmeta Sûriyê.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Anerîkayê behsa wê yekê jî kir ku wek Amerîkayê ligel civaka navdewletî jî “dikarin pêdiviyên mirovî yên gelê Tirkiye û gelê Sûriyê çareser bikin, bêyî ti guhertin an pêşxistina peywendiyan ligel hikûmeta Sûriyê.”

Ned Price da zanîn ku niha bala wan li ser hevkariya mirovî ye bo gelê Sûriyê û welatên cîhanê jî teşwîq dikin ku her tiştek ji destê wan bê hevkariya gelên Tirkiye û Sûriyê bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price wiha axivî: “Helwesta me li ser rejîna Esed neguherî ye. Niha ne dema asayîkirinê ye. Niha ne dema pêşxistina peywendiyên ligel rejîma Esed e. Li gor me em û welatên cîhanê dikarin van herdû pêwîstiyan çareser bikin. Çareserkirina pêdiviyên mirovî yên gelê Tirkiyê, çareserkirina pêdiviyên mirovî yên gelê Sûriyê, bêyî ti guhertin an pêşxistina peywendiyan ligel rejîma Esed. Niha bala me li ser pêwîstiyên mirovî ye. Lewra me bi dehan kes şandine, me piştgirî li dabînkirina piştgiriyê bo bi deh hezaran kes kiriye li seranserê Tirkiye û Sûriyê. Welatên cîhanê jî han didin ku hemû hewldanên xwe bixin tevgerê bo hevkarîkirina gelên Tirkiye û Sûriyê.”

Ev di demekê de ye ku piştî erdheja 6ê Sibatê, ji seranserê cîhanê welatan alîkariya mirovî pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dikin. Hinek welatên Erebî jî piştî zêdeyî 10 salan, şandên fermî şandin Sûriyê û ligel Serokê wî welatî Beşar Esed civiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x